Rojnamevan Hesen Cûdî: Bêyî azadiya Rêber Apo ti pirsgirêk çareser nabin

Rojnamevan Hesen Cûdî li ser girîngiya azadiya Rêber Apo dibêje:
“Pirsgirêka Kurd bêyî wî çareser nabe, heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe li Rojhilata Navîn jî pirsgirêk çareser nabin.”
Mamosteyên zanîngehên Başûrê Kurdistanê jî komplo şermezar kirin û ji bo azadiya Rêber Apo tekez kirin divê asta têkoşînê were xurtkirin.

Nivîskar, rojnamevan û mamosteyên zanîngehên Başûrê Kurdistanê li dijî komploya nanneteweyî bertek nîşan dan.

Ji wan rojnamevan Hesen Cûdî li dijî komployê û tecrîda li ser Rêber Apo ji ajansa Firatê re axivî.

Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî da zanîn ku pirsgirêka kurd bêyî Ocalan çareser nabe û got:

“Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe li Rojhilata Navîn pirsgirêk çareser nabin.

Lewma têkoşîna ji bo azadiya Ocalan ku îro cîhanî bûye divê hîn mezintir bibe.”

Xidir Rusî: Ji bo azadî pêk were divê Rêber Ocalan azad bibe

Sekreterê Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan Xidir Rusî jî roja komploya navneteweyî wek roja reş û zilmê bi nav kir.

Xidir Rusî got;

“Divê di zûtirîn dem de Rêber Ocalan were azadkirin da ku gelê Kurd û Tirk bi hev re di nava aştiyê de bijîn.

Ji bo azadiya Rêber Ocalan divê têkoşîn were xurtkirin

Mamostayê Zanîngeha Selahedîn Dr.Qasim Merzanî jî bêdengiya hin hêzên Kurdî ya li beramberî komploya 15’ê Sibatê şermezar kir.

Dr.Rezwan Arif jî da xuyakirin ku hiştina Ocalan di girtîgehê de, nîşaneya tirsa ji hebûna Kurdan e.

Mamostayê Peymangeha Teknîkî ya Hewlêrê Dr. Fehmî Nebîl jî da zanîn dem hatiye tev bi hev re li dijî komployê derkevin.

Back to top button