
Vê sibê li Şamê teqînek pêk hat. Bombeyek baseke leşkerî de hatibû danîn. Leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û 11 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatîn biparvekirin, teqîn sibehê derdora seet 7: 30 pêk hatiye.
Bombeyek di baseke razanê y leşkerên hikumeta Şamê de hatiye bicihkirin û paşê hatiye teqandin.
Li gorî agahiyan di encama vê teqînê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hatiye kuştin û 11 leşker jî birîndar bûn.
20’ê meha Cotmehê ji sala derbasbûyî, dîsa li nîvê Şamê teqîn çêbûbû.
Hingî jî 14 ji leşkerên hikumetê hatin kuştin û gelek birîndar bûn.