Omer Osê: Ocelan navnîşana aştiyê ye û divê were berdan

Serokê Insiyatîfa Neteweyî ya Kurdên Sûrî Omer Osê û Serokê Navenda Qahîre ya Lêkolînên Kurdî Seyid Ebdullfetahî gotin: ” Ocalan navnîşana azadî û aştiyê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn e.” û bang li civata navneteweyî kirin ku zextê li rejîma Tirkiyê bikin da ku Rêber Ocalan serberst berdin.

Li dijî komploya navnetewî ya bi desteka Tirkiyê û hêzên navnetewî hat meşandin, bertek tên nîşandan.

Serokê Insiyatîfa Neteweyî ya Kurdên Sûrî Omer Osê; têkildarî komployê ji ajansa Hewarê re axivî.

Omer Osê diyar kir ku 23 sal di ser dîlgirtina Rêber Ocalan re derbas dibe û got :

“Civata navneteweyî li hember vî sûcî bêdeng e ku ev sûc yek ji mezintirîn kirinên terorîst ên sedsala 20’an bû.

Em vê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar dikin .”

Omer Osê dawiyê bang li NY’yê, rêxistinên hiqûqî û cîhanî kir ku zextê li rejîma Tirkiyê bikin da ku Rêber Ocalan yekser were berdan.

Seyid Ebdullfetahî: Komplo li dijî tevahî gelê herêmê bû

Bi heman Armanê Serokê Navenda Qahîre ya Lêkolînên Kurdî Seyid Ebdulfetahî bertek nîşan da .

Seyid diyar kir ku hêzên navneteweyî baş dizanin ku bi serbestberdana Abdullah Ocalan pirsgirêkên herêmî û cîhanê dikarin werin çareserkirin û wiha got:

“Komplo ne tenê li dijî rêber Abdullah Ocalan bû.

Di heman demê de li dijî herêmê û gelên wê bû.

Hêzên navneteweyî bi girtina rêber Ocalan xeyal dikirin ku ew ê têkoşîn, fikir û projeya wî têk bibin

Lê fikir Rêber Ocalan spartgeh û çareserî ji gelek pirsgirêkên gelan re ye.”

Seyid Ebdullfetahî dawiyê takez kir divê têkoşînê berdewam bike da ku ew azadiya wî misoger bikin.

Back to top button