Zelensky: Ewlekariya Ûkrayna ewlekariya Ewropa ye

Ji bo şer çênebe, di qada dîplomasiyê de trafîkek zêde heye. Lîderên welatên rojava, li pey hev serdana Kîevê dikin. Serokwezîrê Almanya Scholz bi Serokomarê Ûkrayna Zelensky re civiya. Zelensky got, ewlekariya Ûkrayna, ewlekariya Ewropa ye. Scholz jî got, ew ê rênedin ku Moskow careke din xaka Ûkrayna parçe bike. Hemwextî vê, DYA û Brîtanya di tevgerê de ne.

Ji bo pêşîgirtina êrişeke li ser Ûkrayna, welatên Rojava yek bi yek berê xwe didin Kîevê.

Trafîka dîplomasî ya li Kîevê ji her demê zêdetir bûye.

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky û serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz li Kîevê ya paytexta Ûkraynayê civiyan.

Zelenskiy û Scholz piştî hevdîtina dualî civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Serokomarê Ûkraynayê di axaftina xwe de bal kişand ser ewlehiya Ûkraynayê ji bo Ewropayê û got,

“Ewlehiya Ûkraynayê tê wateya ewlehiya Ewropayê.

Me di hevdîtina xwe de rîskên projeya Nord Stream 2 jî nirxand.

Zelensky anî ziman ku îro mîmariya ewlehiyê ya pêşerojê ya Ewropayê li Ûkraynayê tê çêkirin.

Piştgiriya ewlekarî, aborî û enerjiyê ya ji Ewropayê ji bo Ûkraynayê pir girîng e.

Scholz: Berî her tiştî em hewl didin çareseriyeke dîplomatîk bibînin

Scholz jî di axaftina xwe de got,

“Berî her tiştî em hewl didin çareseriyeke dîplomatîk bibînin.

Tevî ku rewşeke xeternak a leşkerî tune be jî, tetbîqatên Rûsyayê yên li ser sînorê Ûkraynayê rewşeke nayê qebûlkirin e.

Eger Rûsya careke din yekparebûna axa Ûkraynayê binpê bike, em dizanin emê çi bikin.

Serwerî û yekparçeyiya axa Ûkraynayê bingehîn e û nayê nîqaşkirin.”

Ji aliyê din ve Scholz wê di serdana xwe ya li gel Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin de careke din hewil bide rê li ber egeriya şerekî bigre.

“Berpirsyariya kêmkirina atmosfera şerekî di destê Rûsya de ye”

Di vê navberê de, Wezîra Karên Derve ya Almanya Annalena Baerbock got,

Ew bi zelalî berpirsyariya Rûsyayê ya kêmkirina aloziya li ser krîza Ûkraynayê dibînin.

Biden û Jhonson ji bo rewşa Ûkrayna axivîn

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û Serokê DYA Joe Biden bi telefonê axivîn.

Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku krîza Ûkrayna-Rûsya hatiye nîqaşkirin.

Lîderan teqez kirin ku destwerdana zêdetir li Ûkraynayê wê bibe sedema krîzek dirêj ji bo Rûsyayê û dê zirarek mezin bide hem Rûsya û hem jî cîhanê.

DYA balyozxaneya xwe ji Kîevê vediguhêze Lviv e

Di vê navberê de DYA ji ber zêdebûna aloziya li Ûkrayna wê balyozxaneya xwe ya li Kîevê ji bo Lviv e veguhêze.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken sedema vê yekê bi tevgera metirsîdar ya Rûsya ve girê da.

Back to top button