Tahran: Danûstandinên lihevkirina nukleerî gihiştine astek krîtîk

Danûstandinên peymana nukleerî ya Îranê, li gorî daxwaza Tahranê nameşe. Nêzî salekê ye, danûstandin pêk tên. Lê heta niha lihevkirinek ku dilê Îranê xweş bike pêk ne hatiye. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebdullahiyan diyar kir ku hevdîtinên nukleerî yên li Viyana ya paytexta Awistrya, gihiştiye asteke krîtîk.

Di navbera Tahran û Londonê de, aloziyên heyî hatin nîqaşkirin.

Ligorî malpera Wezareta Karên Derve ya Îranê, Huseyîn Emîr Ebdullahiyan û hempîşeya xwe ya Brîtanî Lîz Truss bi rêya telefonê peywendiyek pêk anîne.

Wezîran peywendiyên her du welatan, gotûbêjên dewam ên rêketinama danûstandinên li Viyenê û mijarên navçê axivîn.

Ebdullahiyan got, “Hevdîtinên li Viyanayê gihîştiye asteke krîtîk.

Divê aliyên ku bi Îranê re danûstandinan dikin bi cidiyet û berpirsyarî tevbigerin.”

Ebdullahiyan işaret bi wê yekê jî kir ku divê hemû alî li ser metnekê li hev bikin û teqez kir ku pêwiste daxwazên Îranê li ber çavan bên girtin.

Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê Truss di axaftina xwe de diyar kir ku pêşxistina peywendiyan dibe alîkar ji bo berjewendiyên her du welatan.

Truss got, ew hêvî dike ku deynê Brîtanyayê yê ji Îranê re di demeke nêzîk de bê dayîn.

Gotûbêjên nukleerî li ser misogerkirina cîbicîkirina tam a rêketinama nukleerî û vegerandina Amerîkayê bo rêketinama peymanê li Viyenê bi beşdariya nûnerên payebilind ên Rûsiya, Çîn, Almanya, Fransa, Îngilistanê û Îranê tê lidarxistin.

Serokê berê yê DYA’yê Donald Trump Gulana 2018’an bi awayekî yekalî ji peymanê vekijiyabû.

Tehranê jî ev yek ji xwe re kiribû hincet û 2019’an de dest bi binpêkirina qedexeyên nukleerî kir.

Ji Nîsana 2021’an ve bi hatina rêveberiya Joe Biden re, careke din danûstandinên vegera li peymanê despê kirin.

Li gorî medyaya dewleta Îranê, di serdema Şah Riza Pehlewî de, Tehranê 400 milyon sterlin ji bo kirîna tank û maşînên zirxî daye Brîtanyayê, lê negihîştiye wan çekan.

Wezîrê Parastinê yê Brîtanya Ben Wallace di daxuyaniya xwe ya 5’ê Îlonê de ragihandibû ku ji bo dayîna deynên xwe yên li hember hikûmeta Îranê ew bi cidî kar dikin.

Back to top button