Komploya li dijî Ocalan bi polîtîkayên tecrîdê dewam dike

Ji parêzerên Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez têkildarî komploya 15’ê Sibatê û tecrîda li Îmraliyê axivî. Parêzer Bîlmez diyar kir ku tevî ku 23 sal di ser re derbas bûne jî komplo bi polîtîkayên tecrîdê dewam dike û got, “Ji Adara 2021’ê ve bi ti awayî nikarin agahiyê ji Birêz Ocalan bigirin, tecrîd di asta herî xerab de ye.”

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û parêzerê Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez derbarê komploya navneteweyî a 15’ê Sibatê û tecrîda li Îmraliyê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez, dest pêkê pêvojaya komployê bi bîr xist û wiha got:

“Armanca bingehîn a Abdullah Ocalan ji çûyîna Ewropayê ew bû ku ji meseleya Kurd re çareseriyeke aştiyane û demokratîk peyda bike û Ewropa ji bo vê yekê hêsan didît.

Lewma berê xwe da Ewropayê. Eger şer, rêbaza çekdarî hilbijartibûya wê berê xwe bida çiyê.

Wî bi xwe ev yek di parêznameya xwe de bi rengekî eşkere anî ziman.”

Parêzer Bîlmez, destnîşan kir lewma wê demê di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî aştiyê komployeke navneteweyî hate kirin.

Têkildarî tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo jî Îbrahîm Bîlmez anî ziman tevî ku 23 sal di ser re derbas bûne jî komplo bi polîtîkayên tecrîdê dewam dike û got,

“Hêzên tevlî pêvajoya komployê bûn di avakirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê de jî xwedî rol in, ku Abdullah Ocalan vê yekê tîne ziman.”

Parêzerê Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez: Tecrîda li Îmraliyê di asta herî xerab de ye

Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û da zanîn tecrîd di asta herî xerab de ye û wiha dewam kir:

“Tevî ku me serî li her rê û rêbazê dane jî; tevî her hefte parêzer û malbat serlêdanê dikin jî; tevî ku me name şandine jî em nikarin ti agahiyê jê bigirin.

Di rewşa heyî de tecrîd di asta herî xerab de ye.

Nêzî salekê ye, ji Adara 2021’ê ve bi ti awayî me nekarî agahiyê jê bigirin.

Lewma ji asta heyî ya tecrîdê DMME, CPT û saziyên navneteweyî yên mîna wan rola xwe heye. ”

Parêzer Bîlmez di dawî de destnîşan kir ku nêzîkatiya dewletê ya li meseleya Kurd çi be heman nêzîkatî li Îmraliyê jî heye, ev yek 23 sal in dewam dike.

Back to top button