HDP’ê derbarê tecrîdê de pêşnûmepirs da meclisê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku komploya li dijî Rêber Apo negihaşt armanca xwe û got, “Di nava 23 salan de aloziyên li Tirkiyê her çû giran bû û hilweşandin jî mezin bû.” Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca jî derbarê tecrîdê de, pêşnûmepirsek pêşkêşî Meclisê kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna partiyê ya li Meclîsê de axivî û bal kişand ser komploya navnetewî û tecrîda li Îmraliyê.

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku di ser komployê re, 23 sal derbas bûn û got:

“23 sal di ser anîna birêz Ocalan a Tirkiyê re û avakirina sîstema tecrîd û xitimandinê ya Îmraliyê re derbas bûn.

Encama komployê têkçûyîn û hilweşîneke mezin bû.”

Pervîn Buldan: Çareseriya demokratîk Tirkiyê bi hêztir dike

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser giringiya çareseriya demokratîk û ev tişt anîn ziman:

“Guh nedan Îmraliyê ku digot û dibêje,

“Ez ê vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikim’ û vekirina rêyên diyalogê, ji bo çareserkirina hemû girêk û xitimiyan rêyeke girîng e.

Vaye nameya Newroza 2013’an, Peymana Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibata 2015’an, bû firsendeke girîng, ku dema ev firsend têk çû Tirkiyê gelek tişt winda kir.

Çareseriya demokratîk û aştiyane Tirkiyê mezintir û bi hêztir dike.

Yên ku çareser nakin, ji çareseriyê direvin, bi yekperestî, qedexe, înkar û îmha, dijminatiya kurdan dikin, dê di vê sedsalê de têk biçin û bên tasfiyekirin.”

Parlementera HDP’ê Feleknas Uca derbarê tecrîdê de pêşnûmepirs da meclisê

Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca jî, li ser mijarê pêşnûmepirseke nivîskî da Serokatiyê Meclisê.

Di pêşnûmeyê de hat gotin ku Rêber Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di şert û mercên tecrîdê de dimîne û Tirkiye jî bi vê sepanê, hiqûq û peymanên neteweyî û navneteweyî binpê dike.

Di pêşnûmepirsê de hat diyarkirin ku Rêber Ocalan dixwaze pirsgirêka kurd bi riya diyalogê çareser bike û ev tişt hatin gotin:

“Di pêvajoya çareseriyê de hem hikûmeta AKP’ê bi xwe û hem jî saziyên dewletê qebûl kirin ku Ocalan ji bo çareseriyeke demokratîk a siyasî, kesayetekî girîng e.

Dema em li axaftinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên di van demên dawî de dinêrin, dibînin ku navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e.”

Hin pirsên ku Feleknas Uca kirin wiha ne:

“Çima di tecrîdê de israr dikin ku li pêşiya aştiya civakî astangî ye?

Gelo dê ji bo rakirina vê tecrîdê hewldaneke we çêbibe?

Ji bo berdana Ocalan, gelo xebateke we ya amadekirina bingeheke hiqûqî heye?

Têkildarî hevdîtinên malbat û parêzeran a li Îmraliyê, gelo dê agahiyên mehane bidin CPT’yê yan na?

Back to top button