KNK’Ê: NEYARÊN KURDAN BI HEV RE HEREKET DIKIN DIVÊ KURD JÎ BI HEV RE KAR BIKIN

Kongreya Netewî ya Kurdistanê salvegera 20’an a damezirîna xwe bi daxuyaniyekê pîroz kir. KNK’ê got; KNK’ê berê xwe daye pêşiya xwe ku bigihe wê xwezî û daxwaza herî mezin ya ku xelkên Kurdistanê hêvî dike. “

Îro 20 sal di ser damezirandina Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê re derbas dibe.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê salvegera damezirîna xwe ya 20’an bi daxuyanyiyeke niviskî pîroz kir.

KNK’ê di daxuyaniyê de wiha got:

KNK ji ber hewcehiyeke mezin ya tifaqa navxweyî derkete meydanê û di 24’ê Gulana 1999’an de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNK’ê ava kirin.

Bi avêtina vê gava mezin ya di warê tifaqa navxweyî de hem hest û manewiyata gelê Kurd û xelkên Kurdistanê hate bilind kirin.

Her wiha li beramberî neyarên Kurdistanê hêz û îradeyeke hevgirtî ya navxweyî hate nîşandan.

KNK’ê di daxuyaniyê de balkişand ser xebatên ku KNK’ê pêkanîne û ev tişt anî ziman;

Di warên polîtîk, sivîl, ziman û bi giştî kulturê da, kêm jî bin, xebatên giring hatin kirin.

Helbet di nav vê bizava dînamîk de kêmanî jî derketin.

Lê di xeta esasî ya bi dest ve anîna tifaqa neteweyî û niştimanî da xebat nehate sist kirin û hewildan bi xurtî hatin domandin.

KNK’ê kes û endamên ku di nava xebatên yekîtiya netewî de kar kirin û heta dawiyê şehîd bûne bi minetdarî bibîr anîn.

Ji roja avabûnê heta vê gavê, partiyên polîtîk, organîzasyonên sivîl û kesayetiyên neteweyî û niştimanî xizmeteke mezin kirîne.

Di dirêjiya van bist salan da hejmarek endamên KNK’ê jî koça dawiyê kirine û KNK wan bi dilgermî bi bîr tîne.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê daxwiyaniya xwe wiha bi dawî kir.

Em dixwazin miletê Kurd û pêve xelkên Kurdistanê li dijî neyarên Kurdistanê di nav hişyarî û baldariyê de bin.

Li ber vê rastiyê Kurdistanî jî divêt di nav xwe da yêk bin.

Leave a Reply

Back to top button