Melenchon: Ji bo aştiyê pêwîste Abdullah Ocelan were azadkirin

Namzetê serokkomariyê yê Fransayê Jean-Lûc Melenchon, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal komploya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Melenchon ji bo aştiyê banga azadiya fîzîkî ya Ocalan kir.

Jean-Lûc Melenchon Di hilbijartinên serokkomariyê yên ku dê di Nîsanê de li Fransayê bên lidarxistin de komploya navneteweyî şermezar kir .

Jean-Lûc têkila vê rojê fikrên xwe li ser hesabê xwe yê fermî yê twîtterê parve kir.

Melenchon diyar kir ku Li Tirkiyê 23 sal in Ocalan di girtîgehê de ye.

Hema bêje bi qasî Mandela.

Ev ne edalet e.

Pêwîst e ji bo aştiyê Ocalan were azadkirin.

Jean-Lûc Melenchon ku di nav berendamên çepgir de xwedî avantaj e, li gorî anketên dawî yên li seranserê Fransayê hatine kirin, rêjeya dengên wî ji sedî 11 ye.

Back to top button