HOLANDA DOZA AVAKIRINA DADGEHEKE NAVDEWLETÎ DIKE

Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên li ser destên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê têk çûne, Holanda daxwaza avakirina dadgeheke navdewletî dike.

Holanda insîyatifeke nû ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê pêşkêşî Konseya Ewlekariya navdewletî kir.

Ev pêşinyar di civîna Konseyê ya duh de hat pêşkêşkirin.

Wezîrê Karê Derve yê Holandayê Stef Blok li ser darizandina van çeteyan israr kir û got:

Divê dadgeheke navdewletî taybet ji bo darizandina van çeteyan were avakirin û li bajarên herêmê werin dadgehkirin.

Berê niha Wezîrê Karên Hundir ê Swêdê Mikael Damberg gotibû, dewlet êdî divê darizandina di dadgeheke navneteweyî de bixin rojeva xwe.

Wezîr Damberg gotibû, nûnerên welatên tevlî civînê bibin, wê ne tenê nêrînên xwe parve bikin, di heman demê de wê sûcên ku DAÎŞ ji ber wan bên darizandin destnîşan bikin.

Wezîrê Swêdî, diyar kiribû ku wê baştir be, ku DAÎŞ’î li devera lê ne, derkevin pêşberî dadgehê.

Leave a Reply

Back to top button