Ev demeke qala mijara ezmûnên Zanîgeha Furat a girêdayî Hikûmeta Şamê tê kirin û gelek idia ji bo wê tên belavkirin..
Rêveveriya Xweser jî têkildarî vê mijarê daxuyaniyek ji bo Raya Giştî belav kir..
Rêveberiyê ragihand ku Zanîngeha Furat kilîd û arşîva zanîngehê ji destê wan nagire û dixwaza ezmûnên xwendekdaran bibe parêzgehên din..
Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê diyar kir ku di bûeyên li Hesekê, avahiya Fakulteya Aborî û Endezyariya Avahiyê jî di nav de zirar gihaşt hin deveran.
Di vî warî de saziyên perwerdêyê jî hewl da hemû arşîv û kaxezên mayî yên perwerdehiyê biparêzin
Rêveberiya Xweser eşkere kir ku, wan peywendî bi Rêveberiya Zanîngeha Furat re danîne da ku arşîv û pêwîstiyan radestî wan bikin û xwendekar ezmûnên xwe pêşkêş bikin.
Lê belê heta niha rêveberiya zanîngehê ew wernegirtine û ezmûn bipaşxistine.
Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Rêveberiya Zanîngehê bi wê yekê tawanbar dike ku hewl dide ji berpirsyarên xwe birevin û di bin navê bihaneyên ne rast de zanîngehê bibe cihekî din.