Artêşa dagirker li Şêladizê welatiyek şehîd xist

Artêşa Tirk a dagirker careke din bi balafirên şer navçeya Şêladizê ya girêdayî Dihokê bombebaran kir. Di encama êrîşê de welatiyê bi navê Huseyîn Haydar Steyî jiyana xwe ji dest da.

Artêşa Tirk a dagirker ji bo şêniyên navçeya Şêladizê, bi de koçberkirin û herêmê têxe qadeke leşkerî û dagir bike, bê navber gundewarê Şêlazidê bombebaran dike.

Balfirên şer ên artêşa dagirker doh ber bi êvarê gundê Sitê yê Şêladizê ku tije sivîlin bombebaran kir.

Di encama êrişê de welatiyê bi navê Hiseyîn Heyder Steyî (Hiseyîn Rêkanî) yê 50 salî jiyana xwe ji dest da.

Gundiyan diyar kirin ku wan cinazê Heyder Steyî di bin kavilan de li baxçê mala wî dîtin e.

Cenazeyê Huseyîn Heyder Steyî derengiya şevê di nava bêdengiyê de hate definkirin.

Welatî dibêjin, hêzên PDK’ê bi aweyek lezgîn xwest cenaze were definkirin ku nebe sedema xwepêşandan û nerazîbûnan.

Artêşa dagirker 2 îlon 2021’î de dîsa heman gund bobebaran kir 2 sivîl birîndar bûn.

Balafirên şer ên Tirk di 23’ê çileya 2019’an de jî li Şêladizê êriş pêk anî û 5 sivîl şehîd kirin.

Back to top button