Rapora PE bo Tirkiye: Tirkiye serkaniya bêaramiyê ye

Di bin her kevireke têkdana aramî ya li herêmê de ila destê dewleta Tirk derdikeve. Ev yek ji aloziyên li parzemîna Asya û Afrîka xuya dike. Parlamentoya Ewropa li dijî vê yekê helwest nîşan da. Rapora ji aliyê parlamentoyê ve hatî amadekirin di dema civîna desteya giştî de hate xwendin. Parlamentoyê diyar kir ku Tirkiye bê aramiyê têne û got: Li serkaniya bêaramî heye.

Li civînên civata giştî ya Parlamenta Ewropayê, 2 raporên li ser polîtîkayên hevpar ên têkildarî karên derve, ewlekarî û parastinê hatin nirxandin.

Yek ji raporan li ser Polîtîkaya Ewlehiya Hevpar û Parastinê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bû.

Di raporê de ku endama Koma Lîberal (Renew), parlamentera Fransî Nathalîe Loîseau pêşkêş kir, hate gotin, Tirkiye ‘çavkaniya bêaramiyê’ ye.

Li gorî nûçeyan ajansa nûçeyan a Elman Deutsche Welle (DW), Tirkiye ji gelek aliyan ve aramiya Yekîtiya Ewropayê û cîranên xwe têk dibe û gefê li aştî, ewlehî û aramiya herêmî dixwe.

Loîseau 2019’an beriya ku bibe endama Parlamenta Ewropayê, di nava hikumeta Serokomarê Fransa Emmanuel Macron de Wezîra Karûbarên Ewropayê bû.

Di rapora endamê Koma Xiristiyanên Demokrat, parlamenterê Alman Davîd McAllîster ku li ser heman mijarê hate amadekirin de, hate gotin;

Perspektîfa endametiya Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyê, li gorî şert û mercên heyî ‘dûrî rastiyê’ ye.

Di raporê de bi dewamî hate gotin Tirkiye, ”heke demildest ji vê çûna xirab û bi rengekî hevgir venegere” ji bo danûstandinûên tevlêbûnê ya 2005’an were rawestandin, divê li Komîsyona Ewropayê pêşniyarê bike.

McAllîster got,

‘Tirkiye û YE, divê çarçoveya têkiliyên berdest, kapasîteya kargeriyê û ji bo têkiliyên paşerojê alternatîf û modêlên pêkan ên danûstandinê, bi rengekî rasteqîn û bi diyaloga pêşketî ji nûve bidin ber çavan.”

Di raporê de her wiha hate diyarkirin ku Tirkiye ji xeta Yekîtiya polîtîkaya derve dûr ketiye û bi taybetî işaret bi nakokiyên li Bakurê Derya Spî hate kirin.

Back to top button