Sîham Qeryo: Hevpeymana civakî mafê çandî yê pêkhateyan misoger dike

Demeke Hevpeymana Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûrî tê sazkirin. Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo dibêje ku biryar jinûve sazkirinê pêwîst bû da ku şaşiyên berê bên derbaskirin. Sîham piştrast kit ku hevpeyman, mafên çandî yên pêkhateyên li herêmê, misoger dike.

Der barê sazkirina Hevpeymana Civakî de, endamên komîteya amadekar, ji ajansa Hawarê re nirxandin kirin.

Ji wan Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo.

Sîham Qeryo da zanîn ”Pêwîst bû ku biryara sazkirina hevpeymanê were dayîn da ku şaşiyên di mîsaqa berê de, werin derbaskirin.”

Têkildarî civên dawî yên sazikirina hevpeymanê jî Sîham ev tişt anî ziman:

”Ji 11’ê Kanûna par ve jinûve-sazkirina Hevpeymana Civakî derbasî qonaxa xwe ya duyemîn bû.

Ev qonaxa duyemîn jî şemiya borî piştî 4 civînan bi dawî bû.

Di vê qonaxê de nîqaşên li ser hin têgeh, navlêkirin, bend û madeyên di reşnivîsa heypeymanê de hatin kirin.

Pêkhate û beşdaran li ser sazkirina dawî ya hevpeymanê li hev kir û derbasî qonaxa duyemîn a jinûve-sazkirinê bû.”

Sîham dawiyê, piştrast kir ku hevpeyman, mafên çandî yên pêkhateyên li herêmê, misoger dike.

Ebîr Hesaf: Komîteya berfireh dê civînekê din li dar bixe

Siyasetmedar û endama komîteya biçûk a Sazkirina Hevpeymanê Ebîr Hesaf jî der barê mijarê de ev tişt got:

“Piştî nîqaşên li ser qonaxa nû, wê Komîteya Berfireh civîneke din li dar bixe, tiştên hatine pêşkêşkirin nîqaş bike û forma dawî derkeve.

Li kêleka wê jî nêrîn û pêşniyar ji Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser re werin pêşkêşkirin da ku li ser wê erê bike û ew ê jî bibe qonaxa dawî.”

Kamil Axta: Hevpeyman nûnertiya hemû pêkhateyan dike

Siyasetmedarê ji pêkhateya Çeçen ku yek ji endamên komîteya biçûk e, Kamil Axta jî dibêje:

“Hevpeyman nûnertiya tevahî pêkhateyan dike û lihevkirineke mezin li ser mafên hemû pêkhateyan heye.”

Back to top button