Meclisa Yûnan pernameya nû ya çekan erê kir

Yûnanîstan tevî aboriya xwe ya lewaz jî lê hewildide, qabîlyeta xwe ya êriş û parastinê xurt bike. Meclisa Yûnanîstanê bernameya çekirinê pejirand. Di bernameyê de, 3 firqeyên Fransî û 6 balafirên Rafale yên şer-bombebaranê yên Fransî wê bikire. Di vê navberê de, Serokwezîrê Yûnan Mîtsotakis di axaftina xwe ya li Meclisê de behsa Tirkiyê kir.

Yûnanîstan wê bi sê firqeyên ku ji aliyê şîrketa pîşesaziya çekan a Fransî Naval Group ve tên çêkirin, hêza deryayî ya xwe xurt bike.

Parlamentoya Yûnanîstanê doh êvarî bernameyeke sereke ya çekirina ji bo hêzên deryayî û hewayî pejirand.

Di daxuyaniya Serokatiya Meclîsê de hat ragihandin ku bername bi piraniya dengan hatiye pejirandin.

Li gorî biryarê wê torpîlên Alman, 3 firqeyên Fransî û 6 balafirên şer-bomberên Rafale yên Fransî werin kirîn.

Atînayê di sala 2021’ê de, 18 ji van balafiran xwestibû û 6 ji wan jî hatibûn radeskirin.

Têkiliyên aloz ên bi hevkarê NATO’yê Tirkiye re, weke sedema vê bernameya nû ya çekirinê tê nîşandan.

Serokwezîrê Yûnanîstanê Kyriakos Mitsotakis di axaftina xwe ya li Meclîsê de îdia kir ku Enqere serweriya welat ya li ser giravên li Derya Egeyê dixe xeteriyê.

Mîtsotakis got,

“Bi vê êrîşê re dîrok, hiqûqa navneteweyî, peyman û erdnîgarî tên xerakirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu û rayedarên din ên Tirkiyê di daxuyaniyên xwe yên berê de gotibûn, Yûnanîstan ji ber çek-kirina serweriya xwe ya li ser gelek giravên Rojhilatê Egeyê winda kiriye.

Enqereyê jî bi hinceta “Çekdarî peymana Parîsê ya sala 1947’an û rêgezên Peymana Lozanê ya 1923’an nîne” ji Neteweyên Yekbûyî re peyam şand.

Li aliyê din Atînayê da zanîn ku ji ber keştiyên li peravên rojavayê Tirkiyê ev giravî di bin xeteriyê de ne û ji ber vê yekê jî ji bo armancên parastinê pêwîstiya wan bi çekan heye.

Back to top button