Li Brezilya barana zêde bandorek neyînî li jiyana welatiyan kiriye. Li eyaleta Rîo de Janeîro ji ber şilikiya zêde erd şemitî û bi kêmanî 18 kes mirin.
Li bajarê turîstîk ê Petropolîsê ê turîstîk ku li herêma çiyayî ye, erd şemitî.
Rayedaran diyar kirin ji ber şiliya zêde erd şemitî ye û bi kêmanî 18 kes mirine.
Di dîmenan de ya li torên medyaya dijîtal tê dîtin ku gelek xanî di bin axê de mane û avê daye ser wesayitan.
Li navenda dîrokî ya bajêr gelek kargeh di bin avê de mane.
Çileya sala 2011’an li Petropolîs û li herêmeke berfireh a çiyayî ku Nova Frîbûrgo, Itaîpava û Teresopolîsê lehî rabûbû û bi kêmanî 900 kes miribûn.