SOHR: Li beyara Sûriyê 6 çete hatin kuştin 11 jî birîndar bûn

Balafirên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li beyara Sûriyê bombebaran kirin. Di encamê de 6 çete hatin kuştin û 11 çete jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê careke din nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê yên beyara Sûriyê li herêman sêgoşeya Heleb-Hema-Reqa, beyara Resafe, derdora çiyayê El-Bişrî û rojhilatê Himsê kirin hedef.

SOHR’ê diyar kir ku di encama bombebaranê de, 6 çete hatin kuştin û 11 çete birîndar bûn bûn.

Balafirên Rûsyayê ji destpêka Sibatê ve, 440 caran êrişî herêmên cuda yên beyara Sûriyê kirine.

Doh li Şamê jî bombeyek bi otobuseke leşkerî de teqiya. Di encamê de leşkerek hate kuştin û dehan leşkerên hikûmeta Şamê jî birîdar bûn

Back to top button