BUROYA HIQÛQÊ YA SEDSALÊ: PIŞTÎ DANÛSTANDINÊN BI ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ RE WÊ DAXUYANÎ WERE DAYÎN

Bînerên hêja me diyar kiribû ku tê payîn îro parêzerên Rêber Ocalan derbarê hevdîtina 22’ê Gulanê li gel rêber Ocalan de daxuyaniyekê bidin.Lê Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihandin ku wê piştî hevdîtina bi çalakvanên Greva birçîbûnê û şûnde daxuyaniyê bidin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya ku 22’yê Gulanê li gel Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbûn, li ser daxuyaniyê gotin, piştî hevdîtina bi çalakvanan û şûnde wê daxuyanî bidin.

Di daxuyaniyê de weha tê gotin:

” Di hevdîtina 22’yê Gulanê ya li gel Birêz Ocalan de, nêrînên xwe yên li ser grevên birçîbûnê yên wekîlan, dîsa li ser daxwaza wî nêrînên wî ji bo çalakvanan bên ragihandin û bi wan re bê gotûbêjkirin.

Di encama vê gotûbêjan de daxuyaniya ku raya giştî hemû li bendê wê bê ragihandin.”

Leave a Reply

Back to top button