Biden û Macron rewşa Ûkrayna nîqaş kirin

Ji bo dawî anîna metirsiya êrişek li ser Ûkrayna hewildanên dawî têne kirin. Serokê DYA Biden û Serokomarê Fransa Macron ji bo Ûkrayna axivîn. Wezîra Karên Derve ya Almanya Baerbock jî got; Pêwistya me ne bi gotinên Rûsya lê bi pratîka wê heye. Her wiha Wezîrên Karên Derve yên G7 li ser mijara Ûkrayna dicivin.

Di qada naventewî de ji bo Ûkrayna tevgereke zêde heye.

Welatên Cîhanê ji bo metirsiya Rûsya ya li ser Ûkrayna rakin di nava trafîka dîplomasî de ne.

Geh ev trafîk navbera Ewropa û Amerîka û geh jî navbera Ewropa û Rûsya de pêk tê.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi têlefonê geşedanên dawî yên aloziya Ûkrayna û Rûsyayê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî; Biden û Macron di nirxandina hevdîtinên xwe yên dawî yên bi hevkarên xwe yên Rûs û Ûkrayna re, bangên xwe yên dîplomasiyê yên li ser mijarê dubare kirin.

Biden û Macron, di dema gotûbêjkirina gavên dîplomasî û rêgirtinê de ku bi hemahengiyek nêzîk bi welatên hevalbend û hevkar re hatine avêtin.

Her wiha, tedbîrên aborî yên dijwar ên ku divê werin girtin û bihêzkirina baskê rojhilatî yê NATO yê hate axaftin.

Baerbock: Ji axaftinê zêdetir pêwistiya me bi pratîka Rûsya heye

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock li paytexta Spanyayê Madrîdê bi hempîşeyê xwe yê Spanî Jose Manuel Albares re hevdîtin pêk anî.

Piştî civînê wezîr derketin pêşiya çapemeniyê.

Baerbock di axaftina xwe de îşaret bi aloziya di navbera Rûsya û Ûkraynayê de kir û diyar kir ku divê Rûsya ji bo kêmkirina aloziyê li herêmê gavên şênber ên weke vekişîna leşkeran bavêje.

Albares: Gok niha li qada Rûsyayêye

Albares jî diyar kir ku vekişîna beşekî ji leşkerên Rûsya yên li ser sînorê Ûkraynayê ger were piştrastkirin dê bibe nûçeyeke xweş û got,

“Divê em niha aloziya mezin a li ser sînorê Ûkraynayê biçûk nebînin.

Gok niha li qada Rûsyayê ye.

Hebûna leşkerî ya Rûsyayê li ser sînorê Ûkraynayê neheqî ye û ji ber sedemên parastinê ti hêzeke wiha mezin li ser sînor namîne.”

Wezîrên Karên Derve yên G7 wê bi mijara Ûkrayna bicivin

Hat diyarkirin ku wezîrên karên derve yên welatên G7 ji ber krîza Ukraynayê wê vê hefteyê li Almanyayê civîneke awarte li dar bixin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan ya Kyodoyê, di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munihê ya ku li Almanyayê tê lidarxistin de, wezîrên karên derve yên welatên G7 jî wê li ser mijara Ûkrayna civînekê pêk bînin.

35 welat wê beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bibin.

Konferans wê di navbera 18-20ê Sibatê de pêk were.

Tê plankirin ku Amerîka ji aliyê Cîgirê Serok Kamala Harris û Wezîrê Karên Derve Anthony Blinken ve were temsîlkirin.

Back to top button