Tevî rewşa aloz a siyasî û aborî vê carê PDK’ê cihê Kasibkarên Hewlêrê girtin.
Kasibkarên Hewlêrê jî dijî biryara girtina cihên xwe derketin û rêya Hewlêr, Musil li trafîkê girtin.
Kasibkarên Hewlêrê dijî biryara girtina cihên xwe yên firotina zebeş û hêkan, çalakiyek lidarxistin.
Kasibkaran rêya sereke ya Musil-Hewlêr li trafîkê girtin; ragihandin ku li gorî peymana di navbera wan û aliyên peywendîdar de, divê heya sala 2038, cihê wan nehatiba guhertin, ji bo vê jî pereyê xwe jî dane.
Kasibkar dibêjin tevî wana pereyê xwe jî razandine, biryara girtin û guhertina cihê wan hatiye dayîn.
Kasibkaran ji ber ku rê li trafîkê girtin, di navbera wan û hêzên PDK’ê de alozî çêbû.
Çekdarên PDK’ê gule bi ser wan der bardan. Kasibkar dibêjin heya biryar neyê hilweşandin, ewê dev ji çalakiya xwe bernedin.