SALIH MISLIM: RÛSYA BERPIRSÊ PAŞDEÇÛNA ÇARESERIYA SIYASÎ LI SÛRIYÊ YE

Berdevkê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim diyar kir Rûsya xwedî roleke neyîne ku Kurd mafên xwe bi dest nexin. Mislim teqez kir ku Rûsya li pişt perdeyan bi Tirkiyê re li ser girêbestan li hev dike.

Berdevkê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim bi rêya telefonê ji ajansa Bloomberg a DYA’yê re axivî.

Salih Mislim diyar kir ku hêviyên wan ji Rûsiya mezin bûn û got:

Dema Rûsya hat Sûriyê, me pêşbînî dikir ku kiryarên fişarkirinê li dijî rejîmê pêk bîne da ku çareseriya siyasî bipejirîne.

Sala 2015’an Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo ku li rex rêjîmê bisekine dest li aloziya li Sûriyê werda.

Piştî ku Trump biryara vekşîna ji Sûriyê de Pûtîn xwe weke berdevkê rêjîmê dît.

Pûtîn, zextê li Erdogan dike ku têkiliyên xwe bi rejîma El-Esed re ji nûve vegerîne da ku nakokiyên derbarê xwesteka Tirkiyê ya avakirina herêma ewle de di hundirê Sûriyê de pêk bîne.

Mislim bersiva pirsa derbarê mayîna Washingtonê li Sûriyê de red kir û got:

Ji salekê heta 2 salan wê bimînin.

Heke Amerîka û koalîsyon hebe, ev tê wateya wê ewletir bin.

Wê êrîş û topbaranên hewayî yên ku Tirkiye pêk tîne, qedexe bike.

Mislim da zanîn ku di Kanûnê de Kurdên Sûriyê gelek pêşniyarên derbarê avakirina rejîmeke siyasî ya nenavendî li Sûriyê ji Rûsya re pêşkêş kirine.

Lê tevî sozên Moskovê yên nîqaşkirina bi Şamê re, rejîmê tu bersiv nedan.

Berdevkê PYD’ê Salih Mislim derbarê navbeynkariya Rûsyayê ya di navbera Sûriye û Tirkiyê de jî ev tişt anî ziman:

“Ev yek metirsiya Kurdan sivik nake. Xebata nêzbûna bi Tirkiyê re dikin û hewl didin Tirkiyê razî bikin.

Pûtîn zextê li Erdogan dike da ku bihêle êrîşa leşkerî ya berfireh li dijî çeteyên ku serweriya parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê dikin, pêk bîne.

Leave a Reply

Back to top button