Li Arjantînê agir li bêtirî 500 hezar hektar erd belav bûye

Li Arjantînê şewatê bakurê welat di nava dumanê de hiştiye. Agirê ku nayê vemirandin, ji ber hişkesaliyê bilez belav dibe. Agir li herêmeke bêtirî 500 hezar hektar erdê li bakurê welat belav bûye.

Şewateke wêranker li parêzgeha Corrientes a bakurê Arjantînê belav bûye û bêtirî 500,000 hektar erd daye ber xwe.

Ev yek ji dibe ji sedî 6 rubera xaka herêmê.

Bandora hewaya hişk ji ber şêweya hewayê Niña li welatê Amerîkaya Başûr diyare.

Timenê agirkuj û dilxwazên ku alîkariya wan dikin ji bo vemirandina agir dixebitin.

Ji ber bandora şewatê xanî û otêlên li nêzî parêzgehê ku bi 800 kîlometreyî durî paytext Buenos Airesê ne, hatin valekirin.

Komîsyona Têkiliyên Eniyên Çandiniyê di daxuyaniyekê de got; “Agir bi lez û bez pêşve diçin û berê bi deh hezaran hektar şewitîne. Ev yek agirê li zeviyan vediguherîne xeteke agirê ku kontrolkirina wê hema hema ne pêkane.”

Li gorî daneyên rêveberên herêmî şewat li herêmeke 518 hezar hektarî belav bûye.

Back to top button