Serokdewletê berê yê Hondurasê ji ber madeyên hişbir hate girtin

Li welatekî ku destê serokdewlet di bazirganiya madeyên hişbir de hebe, rewşa wî pêwistî bi gotinê nake. Serokê berê yê Hondurasê Juan Orlando Hernandez, ku ji aliyê DYA ve daxwaza girtina wî tê kirin, hat binçavkirin. Sedema sereke ya girtinê jî îdiayên derbarê bazirganiya madeyên hişbir de ye.

Serokê berê yê Hondurasê Juan Orlando Hernandez ji ber madeyên tiryakî û çekan di armanca Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de ye.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya welêt de cih girtî, Hernandez ê ku DYA bi îdiaya qaçaxçiya tiryak û çekan dixwest wî radest bike, li ser biryara Dadgeha Bilind a li paytext Tegucigalpayê li mala xwe teslîmî polîsan bû.

Hernandez ê ku di bin kontrola ewlehiyê ya giran de dest û lingên wî kelepçekirî ji malê derxistin, ji bo lêpirsînê birin yekîneya polîsan.

Di daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê ya li paytextê de hat destnîşankirin ku divê Hernandez were radestkirin û hat diyarkirin ku wî bi tonan kokaîn di ser Kolombiya û Venezuelayê re şandiye Amerîkayê.

Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Hondurasê ragihandin ku Balyozxaneya Amerîkayê daxwaza girtina siyasetmedarekî kiriye û daxwaz ji Dadgeha Bilind a Hondurasê re hatiye şandin.

Dadgeha Bilind ji bo tayînkirina dadger li ser daxwaza radestkirina Hernandez civiya.

Hernandez ê ku dema wezîfeya wî di 27’ê Çileyê de bi dawî bû, dema ku Serokkomarê nû Xiomara Castro sond xwar, di heman rojê de wekî nûnerê Parlamentoya Amerîkaya Navîn a Hondurasê dest bi kar kir.

Birayê Hernandez, Juan Antonio Tony Hernandez, di Adara 2021’an de, ji ber qaçaxçîtiya narkotîkê û çekan, di dadgehek li DYA de bi cezayê hepsê yê heta heta, hate mehkûmkirin.

Back to top button