Ciwanên Kurd Dag û Er li dijî zext û kiryarên PDK’ê ketine greva birçîbûnê

Her du ciwanên Kurd Mezlûm Dag û Ebd-Elrehman Er ku bi îdîaya sîxurê MÎT’ê Osman Kose kuştine, PDK’ê cezayê îdamê li wan birîn. Têkildarî mijarê malbatên her du ciwanan nerazîbûn nîşanî Rêveberiya Hewlêrê dan û gotin, “Bes zilmê li ciwanên Kurd bikin.” Hat ragihandin her du ciwanên Kurd li dijî kirinên der mirovî ên PDK ji roja Şemiyê ve di greva birçîbûnê de ne.

Ciwanên Kurd Mezlûm û Ebd-Elrehman ên li Başûrê Kurdistanê ji ber bûyera 17’ê Tîrmeha 2019’an li Hewlêrê qewimî, bi zexta dewleta Tirk hatin darizandin û PDK’ê cezayê îdamê li wan birîn.

Derbarê mijarê de apê Ebd-Elrehman Er, Necmedîn Er û kurê Xaltîka wî Yilmaz Polat ji ANF’ê re axivîn û daxwaz kirin ku binpêkirinên li dijî ciwanên wan tê kirin bidawî bibe.

Necmedîn Er diyar kir ku Mezlûm Dag û Ebd-Elrehman Er bi îdîaya sîxurê MÎT’ê Osman Kose kuştine hatin darizandin û cezayê îdamê li wan hate birîn.

Er da zanîn ku her du ciwan li girtîgeha Hewlêrê, ji hevdîtina bi malbatê re, mafê şandin û wergirtina nameya her wiha alîkariya pere û kincan bêpar têne hiştin.

Er da xuyakirin ku Er û Dag li dijî kirinên derveyî mirovahiyê yên rêveberiya Hewlêrê ji roja Şemiyê ve di greva birçîbûnê de ne.

Necmedîn Er bang li rêveberiya PDK’ê û saziyên pêwendîdar kir ku dest ji vê zilma li zarokên gelê Kurd dikin berdin.

Yilmaz Polat jî anî ziman ku biryara îdamê ya li dijî Dag û Er biryareke rast nîne û got:

“Ev ne biryara Rêveberiya Hewlêrê ye, ev biryareke ku li gorî berjewendiyên dewleta Tirk hatiye wergirtin.” Polat îşaret pê kir ku Rêveberiya Hewlêrê nêzîkatiya ku li hemberî girtiyên DAIŞ’ê nîşan nade, li dijî Er û Dag nîşan didin.

Polat di dawiyê de ev yek anî ziman: “Divê ciwanên Kurd bi destê Kurdan neyên kuştin. Her wiha em bang li rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya navneteweyî dikin ku bala xwe bidin ser vê mijarê.”

Back to top button