Di topbarana hêzên hikûmeta Şamê de li Idlibê 3 kes hatin kuştin

Şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê komên çete ên dewleta Tirk dewam dikin. Balafirên şên ên Rûs jî deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bombebaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, Vê sibê hikûmeta Şamê bi çekên giran êrişî bakurê Idlibê kir.

Hat diyar kirin sûka sotemeniyê ya Şîrketa Weted a li bakurê bajêr bûn armanca êrişên hikûmetê.

Hat gotin di encama êrişan de 3 kes hatine kuştin û gelek kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ji ber êrişê li herêmê şewateke mezin rû daye.

Di nava vê mehê de 17 kes hatine kuştin

Tevlhevî û bêewlehiya li herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de her diçê zêdetir dibe..

Yek ji van deran jî Dera ye. Tenê ji destpêka vê mehê û heta niha 17 kes hatin e kuştin û 11 kes jî birîndar bûne.

Ji ber teqîna mayînan leşkerek û zarokekî jiyana xwe ji dest dan

Li Hemayê ji ber teqîna mayînekê a ji bermahiyê şer leşkerekî hikûmetê hate kuştin.

Li Humisê jî ji ber heman sedemê zarokekî jiyana xwe ji dest da..

Back to top button