Li Tirbespiyê û Kobanê cenazeyên şehîdan hat oxirkirin

Îro jî li herêmê merasimên oxirkirina şehîdan hebûn. Li Tirbespiyê cenazeyê Şervanê QSD’ê Mihemed Ednan El Casim û li Kobanê jî cenazeyê şervanê QSD’ê Botan Bexdek bi merasimên girseyî hatin veşartin.

Îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê merasimên oxirkirina şehîdan hatin lidarxistin.

Bi sedan şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa li goristana şehîd Dilşêr ya li gundê Dugirê beşdarî merasima oxirkirinê ya cenazeyê Şervanê QSD’ê Mihemed Ednan El Casim bûn.

Di merasîmê de endamê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa Hisên Hisên û yek ji fermandarên QSD’ê Mihemed Zêdan axivî û sersaxî ji hemû malbata şehîd re xwest.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate veşartin.

Kobaniyan bi merasîmekê cenazeyê şehîd Botan Bexdek oxirkirin

Ne tenê li Tirbespiyê, li goristana şehîd Dîcla ya li Kobanê jî şêniyan cenazeyê Şervanê QSD’ê şehîd Botan Bexdek bi merasîmekê oxir kirin.

Di merasimê de cîgirê hevserokatiya meclisa navçeya Girê Spî ya dagirkirî Sebrî Nebo û Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl axivîn û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi dirûşm û tilliyan hat oxirkirin.

Back to top button