QSD: Li Dêra Zorê serçeteyekî metirsîdar ê DAIŞ’ê hat kuştin û yek jî hate girtin

Operasyonên hêzên QSD’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê didomin. QSD di çarçoveya operasyonên ewlehî û aramiya herêmê de, piştî têkbirin plana êrişa Çeteyên DAIŞê ya li ser Girtîgeha Xiwêranê a Hesekê li gelek herêman li dijî şaneyên veşartî operasyonan pêk tîne. Di encama du operasyonên cude de li rojavayê Dêra Zorê serçeteykî DAIŞ’ê hat kuştin û yek jî hat girtin.

Piştî Pêngava Gurzê Gelan ya di encama wê de plana êrişa çeteyaên DAIŞ’ê a li Hesekê hat têkbirin, QSD’ê li herêmên Hesekê û Dêraozrê li dijî şaneyên DAIŞ’ê dest bi operasyonên ewlehî û aramiyê kiriye.

Heta niha di van operasyonan de gelek çete hatine girtin.

Her dawî Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku Yekîneyên Taybet ên QSD’ê di çarçoveya çend operasyonên ewlekarî û leşkerî ya li dijî şaneyên DAIŞê de li herêma Dêrezorê serçeteykî DAIŞ’ê hat kuştin û çeteyekî din hat girtin.

Yekîneyên Taybet ên QSD’ê operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞê li bajarokê Cezra El-Mêlaj pêk anî.

Di encama vê operasyonê de serçeteyê DAIŞ’ê yê metirsîdar ê bi navê Ebû Hemze Şamiyê hate kuştin.

Serçete Ebû Hemze Şamiyê di 10’ê Sibatê de operasiyoneke terorîstî li ser navendeke Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê li gundê El-Zir yê li rojhilatê Dêra Zorê pêk anîbû û bû sedema şehadeta 5 şervanên QSD’ê.

Serçete Ebû Hemze yek ji terorîstên herî metirsîdar ên DAIŞê li herêma Dêrezorê bû.

Ew berpirsê amadekirina plan û operasyonên terorîstî li herêmê ye û şervanên QSD’ê kesayetî û Rûsipiyên li herêmê armanc digirtin.

Hêzên QSD’ê bi vê operayonê tola şervanên xwe hilanî û dawî li yek ji serçeteyên DAIŞ’ê yê metirsîdar ê li herêmê anî.

Hêzên QSD’ê di operasyoneke din jî li gundê Zixayir yê li rojavayê Dêra Zorê çeteyê bi nave Şukrî Kemal Xelîl girt.

Çete Şukrî Xelîl yek ji berpirsên belavkirina çek û cebilxane û madeyên teqînên li ser şaneyên DAIŞê li herêma Dêrezorê bû.

Hêzên QSD’ê di encama vê operasyonê de dest danîn ser hejmarek mezin çek, cebilxane û madeyên hişbirê.

Hêzên QSD’ê beriya çend rojan jî li bajarê Reqayê serçeteyê bi navê Mihemed Ehmed Karz ku berpirsê fînansekirina şaneyên DAIŞê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ye, girt.

Tenê di çend rojên borî de, QSD’ê û hêzên ewlekariya Hundirîn bi operasyonan derdora 17 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Back to top button