LEYLA GUVEN Û REHEVALÊN XWE ÇALAKIYA XWE BI ÎRADEYEK XORT DIDOMÎNIN

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye, di roja 199’emîn de didome.

Her wiha çalakiya Rojiya mirinê jî bi heman biryardariyê li dar e.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû, di roja 199’emîn de didomîne.

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku koma destpêkê 16’ê kanûna 2018’an dest pê kiribû, di roja 161’emîn de didome.

Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 86’emîn de berdewam dike.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Koca/elî, Wan û Amedê di 30’ê Nîsanê de dest pê kiribûn dewam dike.

Û ya koma 2’yemîn 10’ê Gulanê dest pê kir, dewam dike.

Yekem çalakiya rojiya mirinê ku li derveyî girtîgehan hatî destpêkirin ya Merwan Memdûh Ozdemîr yê 14’ê Gulanê li Silêmaniyê destpêkiriye di roja 12’an de bi biryardarî didome.

Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan Dersîm Dag a 3’ê Adarê , Tayip Temel û Murat Sarisaç ên 8’ê Adarê dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin.

Çalakiya Sedat Akin 139 roj,

Gurbet Ektîren 130,

Mahsun Şen 141,

Mûrat Aksin 72 , Hiznî Kilinç 85, Îhsan Sinmiş 88 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button