Nobeda edaletê ya malbatên girtiyan dewam dikin

Rewşa girtiyên nexweş yên li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê her diçe giran dibe. Li hemberî vê Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan yê bi daxwaza dermankirin û berdana zarokên wan jî dewam dikin. Di çalakiya îro de malbatan diyar kir ku kes nikare kurdan bi girtîgehan tune bike û xwestin ku zarokên wan bên berdan.

Bi armanca berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan, malbatên girtiyan li bajarê Amed, Wan û herî dawî jî li Îzmirê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kiribûn.

Çalakiya malbatên girtiyan yê li bajarê Tirkiyê Îzmîrê di roja 4’emîn de dewam kir.

Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê û Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana malbatan kirin.

Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Îzmîrê Şûkran Ozturk di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna edaletê ya dayikan.

Malbatên di çalakiyê de jî dan zanîn ku şert û mercên girtîgehê zarokên wan nexweş kirine.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê jî di roja 93’yan de dewam kir.

Di nobedê de Haqî Boltan ê bavê girtiyê nexweş Ciwan Boltan axivî û got:

“Bila zextên ku li ser girtiyan tê meşandin bi dawî bibin.

Em zextên ku desthilata AKP û MHP’ê li ser girtiyan dimeşîne qebûl nakin. ”

Haqî Botlan dawî bang li partiyên siyasî kir soza xwe bi cih bînin û ji rêxistinên sivîl jî daxwaz kir ku ji bo girtiyan bi hestiyar tevbigerin.

Çalakiya “Nobeda Edaletê” ya li Baroya Wanê jî hat destpêkirin 67 roj in didome.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan, Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Kara-koyun û rêveberên partiyê serdana nobedê kirin.

Parlementerê HDP’ê Muazzez Orhan: Girtîgeh veguherîne cihê êşkenceyê û mafê girtiyan tê binpêkirin

Parlamenter Muazzez Orhan di serdanê de axivî û bal kişand ser rewşa girtîgehan û got:

“Girtîgeh veguherîne cihê îşkenceyê. Mafên girtiyan tê binpêkirin.

Her wiha tecrîd niha li hemû girtîgehan tê domandin.

Polîtîkayên tecrîdê ne tenê li hemberî girtiyan li hemberî malbatên girtiyan jî tê domandin.

Ev neheqî bi ti awayî nayê qebûlkirin. ”

Parlamenter Muazzez Orhan bang li herkesî kir li dijî tecrîde u ji bo pêkanîna edaletê bikevin nava hewldanan.

Back to top button