Parêzer Raziye Ozturk: Mûwekilên me bi tevahî hatine tecrîdkirin

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Parêzera Rêber Apo Raziye Ozturk diyar kir ku ji bo bidawîkirina pêkanîn û tecrîda li Îmraliyê, wan serî li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê NY’yê dane. Raziye dibêje, “Komplo bi tecrîdê dewam dike. Ev tecrîd tenê bi Îmraliyê re jî sînordar namîne. Tevahiya civakê tê tecrîdkirin.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 24’ê Çileyê de ji bo Rêber Apo û girtiyên din ku li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin û ji 25’ê adarê heta niha ti agahî ji wan nayên girtin, bi “daxwaza tevdîrê” serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.

AYM’ê di 12’ê çileyê de serlêdan red kir.

Piştî vê yekê parêzeran di 3’yê sibatê de bi daxwaza “Çalakiya lezgîn” serî li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) da.

Di serlêdanê de parêzeran cih da raporên CPT’yê yên derheqê Îmraliyê de, rewşa agahî negirtinê û li ser vê yekê jî biryarên beriya niha Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê dabûn bi bîr xistin.

Her wiha parêzeran bal kişand ser xalên 7’emîn û 10’emîn ên Peymana Mafên Medenî ya NY’yê ku îşkence û nêzikatiya xerab qedexe dike û banga “çalakiya lezgîn” li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê NY’yê kir ku bikeve nava liv û tevgerê.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk da zanîn ku bi “daxwaza tevdîrê” serî li AYM’ê da ne û got:

“Mûwekîlên me bi tevahî hatine îzolekirin û bi awayekî derhiqûqî hem cezayên disiplînê lê tên birîn û hem jî hevdîtinên parêzeran tên qedexekirin.

Di serdanên xwe yên berê de CPT’yê ev cezayên disiplînê yên Tirkiyê weke pêkanînên xapînok pênase kiribûn û destnîşan kiribû ku ev biryar, biryarên polîtîk in.”

Parêzer Raziye Ozturk: Li Îmraliyê sepana ‘Incommunicado’ di meriyetê de ye

Parêzer Raziye Ozturk destnîşan kir ku NY, rewşa mîna ya li Îmraliyê weke “incommunicado” pênase dike û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Heke mirovek bi tevahî ji dinyaya derve bê îzolekirin, nekare amûrên ragihandinê bi kar bîne û bi tu kesî re nekare têkiliyan deyne, ev pênase tê kirin.

Mirov dikare vê têgehê ji bo muwekîlên me yên li Îmraliyê jî bi kar bîne.

Rewşa İncommunicado, “Xetereyeke mezin li ser jiyanê çêdike.”

Lewma di serlêdana xwe ya AYM’ê de me ev yek jî diyar kir.

AYM teng nêzî daxwazên me dibe lewma jî serlêdanên me ên ji bo tevdîran red dike.

Em, van sepan û bêhiqûqiyan weke ‘polîtîkaya Îmraliyê’ pênase dikin.

Ev helwesta AYM’ê jî yek ji parçeya vê polîtîkayê ye. ”

Parêzer Raziye Ozturk: Ji bo azadiya Ocalan, em ê hewldanên xwe yên hiqûqî bidomînin

Raziye Ozturk da zanîn; dibe Raporterê Taybet ê Îşkenceyê yê NY’yê piştî serlêdana wan, ji hikûmetê re nameyeke îdiayan binivîse.

Parêzer Raziye Ozturk destnîşan kir ku divê Tirkiye êdî li gorî destûrabingehîn tevbigere û wiha bi dawî kir:

“Daxwaza me azadiya Ocalan e û dê hewldanên me yên hiqûqî berdewam bikin.

Ji bo rakirina tecrîdê divê di her qadê de hewldan hebin.”

Back to top button