`Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê divê Rêveberiya Xweser were naskirin `

Hevserokê Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê Ebdulhemîd El-Nehar diyar kir ku pêwîste dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê were avakirin, her wiha girîngiya naskirina Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî de destnîşan kir.

Ebdulhemîd El-Nehar derbarê mijarê ji ajansa Hawarê re axivî.

Ebdulhemîd da zanîn ku divê Rêveberiya Xweser weke nûnerê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were naskirin û got:

“Divê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê fermî were naskirin.

Nûnertiyên wê mîna li Siwîsra û Danîmark li hemû dewletên cîhanê werin vekirin.

Ev yek bi awayekî çalak dê destekê bide pirsgirêka darizandina girtiyên DAIŞ`ê.”

El-Nehar destnîşan kir ku ku divê dadgehên navneteweyî were avakirin ku di bin çavdêriya hemû dewletan de be û ji hemû aliyan ve rewa be.

El-Nehar bi domdarî got:

“Ji bingehîn çareserkirina aloziya Sûriyê ku pêwîstiyeke, divê îtîrafeke navxweyî ji aliyê hikumeta Şamê ve jî hebe. “

Back to top button