EFRÎN.. 60 MALBATÊN ÇETEYAN JI GUNDÊ BÎBAKA YÊ NAVÇEYA BILBILÊ DERKETIN Û ÇÛN IDLIBÊ

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku polîsên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê endamekî meclîsa xwe revand.

Her wiha koma çete ya bi navê Firqet El-Hemzat du şêniyên navçeya Şêrewa revandin.

Ji bo serbestberdana wan jî, çeteyan pere ji malbatên wan xwestin.

Li aliyê din, Çavdêriya Sûrî diyar kir ku 60 malbatên çeteyan ên bi eslê xwe ji Xûta ne û li gundê Bîbaka yê navçeya Bilbilê bi cih bibûn, ji gund bar kirin.

Hin malbat jî hene vegrîn malên xwe li Xûtayê, sedema vê jî, rewşa jiyanî ya dijwar û nearamiya li Efrînê ye.

Leave a Reply

Back to top button