Parlamenterê Swêdê : Divê Swêd helwesteke hişk nîşanî dewleta Tirk bide

Li dijî êrişên rojane yên dewleta Tirk li ser herêmê, parlamenterê Swêdê Håkan Svennelig bang li hikumeta Swêdê kir. Parlamenterê Swêdî dibêje: Divê Swêd helwesteke tund nîşan bide. 

Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê di civîna nirxandina rapora salê ya karên derve de, axivî.

Håkan Svennelig got, “Li Tirkiyê parlamenterên muxalefetê tên girtin Ev rejîm ne tenê zextê dike, di heman demê de ji aliyê leşkerî ve jî êrişan dike. Bi taybetî êrişî herêmên Kurdan dike. Bombe li ser kampên sivîl û penaberan dibarîne. Binesaziya herêmeke ku komên Kurd li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û ji xwe bi şer xera bûbû, tune kir.”

Parlamenterê Swêdê Håkan Svennelig ev êrişên Tirkiyê jî bi endametiya NATO’yê ve girê da û got, “Tirkiye weke endamekî Konseya Ewropayê van êrişên leşkerî dike. Û van êrişan jî bi çekên NATO’yê pêk tîne.

Håkan Svennelig tekez kir divê danûstandinên ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyê bê betalkirin û ji Swêdê xwest ku helwestê nîşan bide.

Back to top button