ANF dîmenên çekên “tetrîtol” yên dewlet Tirk belav kirin

Di şerê li dijî gerîla de, dewleta Tirk bi sedê caran çekên kîmyewî û yên qedexekirî bi kar anîn. Herî dawî gerîla TV dîmenê çekên ku dewleta Tirk di êrişan de bi kar tanî belge kir. Di dîmen de heta bi cureya medya tetrîtol a qedexekirî jî tê dîtin. 

Bi van çekên kîmyewî dewleta Tirk êrişî gerîllayan dikir.

Taybet di êrişên wê yên li ser qada Werxelê de.

Li vê qadê çar mehan bênavber êrişên dewleta Tirk hebûn.

Di van êrişan, bi sedê caran dewleta Tirk êrişên bi çekên kîmyewî pêk anîn.

Li hember van êrişan, gerîlayên HPG û YJA Starê bi her awayî li ber xwe dan, heta ku têk birin.

Belge û dîmenên her kêliya vê berxwedanê û sûcên şer ên leşkerên Tirk, eşkere dibin.

Berxwedêrên Werxelê li vê qadê nêzî 200 kîlo teqemenî bi dest xistin û xistin nava tunelan.

Gerîlayan dîmenê van teqemeniyan kişandin û teqemeniyên ku gazên bi jehr belav dikin jî, bi belge kirin.

Ji fermandarên berxwedana Werxelê Mahîr Kop der barê van çekên hatîn belgekirin ji kameraya gerîla TV re axivî.

Di vî şerî li dijî gerîla de, dewleta Tirk bi dehan cureyên van çekên qedexekirî bi kar anîn.

Tevî teqemeniya TNT, bombeyên destan û tetrîtol (tetrytol) jî tê dîtin.

Back to top button