Keça Êzdî Roza piştî 8 salan rizgar bû û gihişt malbata xwe

Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de li Şengalê bi hezarana jinên Êzidî ketin dest çeteyên DAIŞ’ê.

Çeteyan ew li bazaran firotin û her cûre êşkence li wan kirin.

Piştî 8 salan jina ciwan a Êzidî Roza ku li Rojavayê Kurdistanê ji dest çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, li Şengalê radestî malbata wê hat kirin.

Roza got : “Roja 3’yê Tebaxa 2014’an di hemû jiyana me de roja herî nexweş bû.”

Piştî bi tenê man..

Piştî ku hovan qîlên xwe li ser wan tûj kirin..

Hovên pêxwas ferman anîn serê wan..

Şengal a ku weke deqeke reş li ser eniya mirovahiyê ye, xwedî çîrokeke dûr û dirêj e..

Sala 2014’an DAIŞ’iyan hatin axa wan gemar kirin..

Ew kuştin û rêbazên herî hov bi kar anîn..

Bi ser de jî bi hezaran jinên Êzdî revandin û li welatan gerandin..

Yekî dida destê yê din..

Ew kirin mîna koleyan û firotin..

Roza jî di nava wê rêwîtiyê de cihê xwe digire..

Ne rojek û ne du roj ev 8 sal Roza dûrî malbata xwe ye ..

Piştî ewqas sal Roza ji dest çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin..

Jina ku di roja Cejna Bêxwînê de vegeriya, zimanê wê pê dane jibîrkirin.

Di destpêkê de ez spasiya QSD’ê dikim ..

Ji ber ku wan min rizgar kir ..

Piştî Xilaskirina min QSD’ê ez radestî mala Êzdiya ya Kobanê kirin ..

Ez derdora Heyvekê li Sûrî mam ..

Û duh min sînor derbas kir û ez gihiştim mala êzdiya ya sincer..

Dapîra Roza, Xensê Xelef jî malovanî li Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê kir ku karîbûn wan çeteyan têk birin û tola jinên Êzdî hilînin..

Dibe ku rizgarkirina Roza cihê kêfê be, lê hîna êş û kesera jinên din di dilê xalê Roza Celal de maye..

Endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî jî da zanîn ku Di van rojên me yên pîroz, rizgarkirina keça me bo malbata wê pir bi wate ye.

Back to top button