Koçberên Erînê: Em cih û warên xwe bernadin heta ku vegerin Efrînê

Di du rojên borî de artêşa Tirk û çeteyên wê Til Rifet û gelek gundên Şehbayê û Şêrawayê topbaran kirin.
Di van êrişan de, zarok dîsa hatin armancgirtin û birîndar bûn.
Şêniyên Til Rifatê dibêjin:
“Dewleta Tirk bi êrişan dixwaze me bide koçber kirin.
Lê ev wê pêk neyê û heta dawî em ê li ber xwe bidin.”

Di du rojên derbasbûyî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber navçeya Til Rifet topbaran kir.

Bi zêdetirî 20 top û balafirên bêmirov êrişî navçeyê kir û çend zarok birîndar kirin.

Der barê van êrişan de koçberê Ehmed Silêman, diyar kir ku dewleta dagirker dixwaze bi armanckirina sivîlan wan bidin koçberkirin, lê ew axa xwe bernadin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifet Îbrahîm Rîhanî destnîşan kir dewleta faşîst bi van êrişên xwe wê negihîje armancên xwe.

Her wiha ji rêveberên nexweşxaneya Avrîn bijîşkê bi navê Azad Reşo jî êrişa li ser Til Rifatê şermezar kir û got:

Ji ber ambargoya hikumeta Şamê alavên tenduristiyê û kêmbûna dermanan zarokên ku birînên wan giran bûn me şandin nexweşxaneyên bajarê Helebê.

Back to top button