Rêveberiya Xweser alîkarî pêşkêş kir

​​​​​​​Nexweşxaneya Gitşî ya Firat a bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû wêran kirin.

Lê piştî ku herêm hate rizgarkirin Komîteya Tenduristiyê, kadroyên wê û şêniyên herêmê careke din nexweşxane sererast kirin.

Niha jî Rêveberiya xweser alîkariya pêwîst pêşkêşî nexweşxaneyê kir.

Nexweşxaneya Firatê niha kar û xebata xwe berfireh kiriye.

Destpêkê ji şewatan û destwerdanên lezgîn re dibû bersiv, Lê piştî ku Rêveberiya Xweser destek da, rêveberiya nexweşxaneyê taqîgeh û odeya niştergeriyê lê zêde kir û ji destpêka salê ve zêdetirî 40 emeliyat tê de pêk anîn, ji bilî yên dil û hestî.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Nexweşxaneya Giştî ya Firatê Ebdulqadir Emîn ji ajansa hewar re axivî û got:

“Em spasiya Rêveberiya Xweser û Desteya Tenduristiyê dikin ku destek da nexweşxaneyê. Lê hîna hewcedariya me bi alavan, ambulans, îko, tebeqî mihwerî û malên pitikan heye.”

Her wiha welatiyê bi navê Yasîn El-Hemed ê ji bajarokê El-Keşkiye diyar kir ku projeya nexweşxaneyê, projeyeke hêja ye û barên gelê herêmê sivik dike û got:

“Em bang li rêxistinên mirovî û Rêveberiya Xweser dikin ku hîn zêdetir hewcedariyên tibî pêşkêş bikin.”

Back to top button