Lêkolîna krîza avhewa: Li cîhanê 216 milyon kes ji ber avhewa dibe ku koçber bibin

Cîhan tê guhertin, yan jî tiştên di nava wê de weke berê namêne. Guherîna avhewa li seranserê cîhanê, deverên jiyanê jî li mirovan teng dike. Heta 2050’î dibe ku 216 milyon kes ji ber vê yekê koçber bibin. Lêkolîna Krîza Avhewa ya ji aliyê zanîngehên Brîtanya ve têne kirin de, bajarvanî weke rêya xelaskirinê tên dîtin.

Ji bo tinekirina hev pêwistî bi şerekê nake.

Guherîna avhewa ji xwe vê rewşê nîşan dide.

2021’an, germahî û karasatên xwezayî careke din, balkişandibû li ser vê yekê.

Paşguhkirina guherîna avhewa û çavnebariya sermayedaran, cîhanê ber bi kendalekê ve dibe.

Lêkolînerên li Zanîngeha Columbia û Zanîngeha Bajar a New Yorkê lêkolîn kirin ka wê krîza avhewa bandorê li bajarvaniyê çawa bike.

Lekolîneran rêbaza lêkolînê ya ku di rapora Banka Cîhanî ya meha Îlonê de li ser Koçberiya Avhewayê ku bi navê “Take Action” hatiye bikaranîn sepandin.

Li gorî lêkolîna Banka Cîhanî, tê gotin, heta sala 2050’an li cîhanê 216 milyon kes ji ber kêmbûna av û xwarinê û bûyerên hewayê yên dijwar dibe ku neçarî koçberiyê bibin.

Ev lêkolîna nû ya armanc dike ku lêkolîna Banka Cîhanî pêşdetir bigre û wê li ser bingehê bajarî bi kar bîne, tevgerên koçberiyê yên gengaz ber bi bajaran ve ji ber krîza avhewayê li Amerîkaya Navîn û Meksîkayê lêkolîn dike.

Ev lêkolîna ku di çarçoveya Hefteya Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat weşandin, diyar dike ku krîza avhewayê dikare heta sala 2050’î bibe sedem ku 10,5 mîlyon mirov koçberî navendên bajaran ên li vê herêmê bikin.

Lêkolîn her weha destnîşan dike ku bajarên mezin ên cîhanê dikarin bibin navendên koçberiyê.

Li gorî Banka Cîhanê, ji ber sedemên avhewayê zêdetirî 1 mîlyar mirov di bin xetereya koçberiyê de ne.

Lê, lêkolîner diyar dikin ku ev tevgerên koçberiyê ne hewce ne ku wekî qeyranek bêne dîtin û bi plansaziya bajarî ya destpêkê û veberhênanên herêmî dikare binesaziyê were amadekirin.

Lekolîner pêşniyar dikin ku hukûmet û rêveberiyên herêmî yên li bajaran van derfetên koçberiyê di xebata xwe ya li ser kêmkirina aloziya avhewa û plansaziyên bajarvaniya domdar de cih digirin.

Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, Şaredarên Îngilistanê li ser vê mijarê lêkolînên berfireh pêk tînin.

Back to top button