Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Emê li Bakûrê Kurdistanê tifaqa Kurdî avabikin  

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku ew weke HDP di meha Adarê de li dijî faşîzmê ji bo yekîtiya kurdan, dê tifaqa kurdî li bakûrê Kurdistan ava bikin.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe derbarê mijarên di rojevê de daxuyanî dan çapameniyê û nirxandinan kir.

Di rojeva Gunay de tifaqên partiyên siyasî hebûn. Gunay, hevdîtina di navbera 6 partiyên muxalefetê de bi bîr xist û diyar kir ku hevdîtinên ku bi ferzkirinên netewperest pêk tên ji ji pirsgirêkên welat re nabin çare.

Gunay, destnîşan kir ku tifaqa demokrasiyê saz dikin û wiha got:

“Em kar û xebatên xwe yên tifaqa demokrasiyê roj bi roj xurtir û mezintir dikin.

Em dixwazin li Kurdistanê jî bi partiyên kurdî re tifaqên berfireh pêk bînin.

Di meha adarê de em ê dest bi van hevditinên xwe bikin.

Banga me li hemû kurd û Kurdistaniyan ku em dixwazin li Kurdistanê jî bi partiyên kurdî re tifaqên berfireh pêk bînin û azadiya gelê kurd biparêz in. Yekitiya kurdan pêk bînin.

Back to top button