Li navçeya Yuregîr a bajarê edenê êriş birin ser avahiya HDP’ê

 

Li navçeya Yuregir a ser bi parêzgeha Edenê ya li Tirkiyê hin kesên nasanmeya wan nediyar

li dijî avahiya rêxistina navçeyê ya partiya HDP’ê êrîşeke çekdarî pêk anîn û teqemenî avêtin nav avahiyê

Li gor agahiyan êriş doh êvarê pêk hatiye, kesên nasnameya wan ne diyar, piştî êrişa çekdarî, bi madeyên teqemeniyê avêtin avahiyê.

Agir bi şaneşîna avahiya partiyê ket. Piştî welatiyên li derdorê gihaştin cihê bûyerê, agir hat tefandin û HDP’î jî hatin avahiya partiyê haya polîsan bi bûyerê xistin.
Parve bike:

Rêveberiya Rêxistina Navçeya Yuregir a HDPê li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek belav kir û got:

“Bi çek û teqemeniyê êrîşî avahiya me ya navçeya Yuregirê hat kirin. Ji ber êrîş zû hat ferqkirin agir hat vemirandin û niha tîmên lêkolînê li cihê bûyerê karê xwe dikin. Em dê derbarê êrîşê de daxuyaniyê bidin.”

Berî çend mehan, li dijî avahiya rêxistina HDPê ya li Îzmîrê jî êrîşeke çekdarî hatibû kirin û di encama êrîşê de xebatkara HDP’ê ya bi navê Deniz Poyraz hatibû kuştin.

Back to top button