Îsraîlê Başûrê Şamê bi moşekan kir armanc

Îsraîlê, derdora bajarokekê li başûrê paytexta Şamê bi moşekan kir armanc, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Li gorî nûçeya Ajansa SANA ku xwe spartiye çavkaniyên leşkerî,

“Duh êvarê derdora saet 11: 35’an, Îsraîlê ji Colanê bi moşekan gelek nuqte li derdora bajarokê Zakiye yê başûrê Şamê kir armanc.”

Li gorî heman ajansê di encama êrişa Îsraîlê li ser wan nuqteyan tenê zirarên madî çêbûne.

Back to top button