ÇALAKIYÊN GREVÊ LI ŞEHBA, QAMIŞLO Û KOBANÊ DEWAM DIKIN

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê re çalakiyên grevê yên li Şehba, Qamişlo û Kobanê dewam dikin.

ŞEHBA

Di vê çarçoveyê de çalakiya konvedanê ya li Şehbayê di roja 10’an de dewam dike.

Her roj bi hezaran şêniyên Efrînê berê xwe didin bi konê çalakiyê û serdana çalakgeran dikin.

QAMIŞLO

Her wiha çalakiya grevê ya li bajarê Qamişlo jî di roja 9’an de dewam dike.

Di roja 8’an a çalakiyê de şêniyên navçeyên Rojhilat û Rojavayê bajarê Qamişlo, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, Hêzên Parastina Civakî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl serdana çalakgeran kirin.

KOBANÊ

Li Kobanê jî çalakiya greva birçîbûnê di roja 4’an de didome.

Çalakgeran gotin ew ê xeta têkoşîn û berxwedanê bidomînin heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

Leave a Reply

Back to top button