Li Kobanê 3 hezar dar wê bê çandin

Bi armanca xweşkirina herêmê li Kobanê dest bi çandina daran hate kirin. Nêzî 3 hezar dar ji cureyên cuda dê li gundê Şêx Çopîn yê Kobanê were çandin.

Têkildarî mijarê endama saziya Eklojiyê Rûken Qadir axivî û diyar kir ew dixwazin daristanekê li gundê Şêx Çopîn çêkin ku wê nêzî sê hezar dar ji cureyên cuda lê biçînin.

Rûken Qadir da zanîn ku armanca wan ji vê yekê berfirehkirina erdnîgariya şênkahiyê ye.

Yek ji endamên rêveber ên saziya Eklojiyê Qundis Arif Rustem jî anî izman ku wê darên mîna Serû, Bî û zeyzefûn werin çandin.

Qundis Arif got: “Armanca me ew e ku xwezaya bajarê me xweştir bibe ji bo wê jî gelek projeyên me yên mîna vê hene dê di demên pêş de pêk were.”

Back to top button