Duran Kalkan: AKP-MHP bi êrişên xwe dixwaze şoreşa azadiyê ku li Rojhilata navîn belav dibe asteng bike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ku derbarê Têkoşîna li dijî faşîzmê de nivîsek weşand. Duran Kalkan di nivîsa xwe de bal dikşîne ser giringiya têkoşîna hevpar a gelan û dibêje, divê têkoşîn li her qadê were geşkirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bi sernavê, ”Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hêza motorê ya tevgera antî faşîst e” nivîsek belav kir.

Duran Kalkan di nivîsa xwe ya ku di malpera PKK’ê de hatî weşandin wiha dibêje:

“Şerê Cîhanê yê Sêyem a li Rojhilat Navîn, asta ku hatiyê li ber çavan e.

Rewşa Şerê Cîhanê yê Sêyem ku ji Iraqê berbelavî Suriyê, Tirkiyê bû, derxiste holê ew pergal ne pergaleke wiha ye ku pirsgirêkan çareser dike.

Berevajî pergaleke ku nakokî û pevçûnan geş dike, diafirîne.

Piştre jî dibêjin çima ev pevçûn derket û gelan sûcdar dikin. ”

Duran Kalkan diyar dike li Kurdistanê şer bi rengekî rojane didome û dibêje:

“Terora faşîst a AKP-MHP’ê li nav sînorên Tirkiyê û li derveyî sonor bi her cure êrîşê dike.

Kalkan tîne ziman AKP-MHP’ê bi êrişên xwe dixwaze şoreşa azadiyê ku li Rojhilata Navîn berbelav dibe asteng bike û wiha dewam dike:

“Ji ber dixwaze têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê ku li gund û bajarên Tirkiyê, li nav gelên Tirkiyê berbelav dibe, asteng bike.

Naxwaze ku li ser hîmê Rojava û Şengalê şoreşa me ya azadiyê li nav civaka Ereb de, li ser hîmê xwîşk û biratiyê têkiliya Kurd- Ereb geş bibe.

Naxwaze şoreşa demokratîk a Kurd-Ereb geş bibe.

Bi vî rengî dixwazin îmha û qirkirinê ya li ser gelê me ku bi sedan salan didomînin, bi ser bixin.”

Di dewama nivîsa xwe de Duran Kalkan diyar dike hemû hêzên modernîteya kapîtalîst dema ku di berjewendiya wan de be destekê didin êrişên qirker ên li ser Kurdistanê.

Endamê komîteya rêveber a PKK Duran Kalkan: Li dijî faşîzm û êrişan divê têkiliyên Kurd-Ereb were xurtkirin

Duran Kalkan dibêje ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê û hilweşandina pergala mêtinger-qirker a Tirk, divê têkoşîn li her qadê were geşkirin û wiha bi dawî dike:

“Di vê çarçoveyê de, di serî de têkiliyên Kurd-Ereb, gelê Kurd û Tevgera me ya Azadiyê bi hemû gelên cîran, bi tevgerên azadîxwaz, demokratîk, şoreşger, sosyalîst re bi asta herî peşketî tifaqan deyne, li dijî hişmendî û siyaseta faşîst û qirker têkoşîna hevpar li her qadê geş bike.

Li ser vê bingehê girîng e ku mirov Tevgera Azadiya Kurdistanê bike hêza motor a tevgera antî-faşîst a demokratîk.”

Back to top button