Şêniyên Dêrikê cenazeyên 2 şehîdên xwe oxir kirin

Bi hezaran şêniyên Dêrik û Qamişlo, 3 şervanên QSD’ê ên ku di Pêngava Gurzê Gelan a li Hesekê û êrişên dewleta Tirk de şehîd bûne, bi merasîman, oxir kirin

Şêniyên Dêrikê cenazeyên 2 şervanên QSD’ê Xebat Marînos (Xebat Orhan) û Serhed Harûn (Ersîn Şahîn), li Goristana Şehîd Xebat oxir kirin.

Di merasîmê de, ji fermandarên QSD’ê Muheyedîn Xêrkî sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan bi diruşme û tilIliyan hatin veşartin.

Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Cûdî Firat oxir kir

Li Qamişlo jî bi hezaran kesî cenazeyê şehîd Cûdî Firat (Azad Arês) li goristana Şehîd Delîl Sarûxan, oxir kir.

Di merasîma li vir sersaxî ji malabata şehîd re hat xwestin û soza domandina têkoşînê hat dayîn.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Cûdî hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê şehîd di nava diruşme û tilîliyan de, hat veşartin.

Back to top button