EFRÎN.. ÇETEYÊN FAŞÎZMA AKP AGIR BERDIDIN DARISTANÊN RECO Û ŞÊREWA

Ji roja dagirkirina Efrînê heta îro, rojek bêyî binpêkirin derbas nebûye.

Efrînî rojane di hemû cûreyên binpêkirinan re derbas dibin: dizîn, talan, şewitandin, revandin û tirsandina sivîlan bi hemû rê û rêbazan tê meşandin.

Ji ber ku dijminekî hov e û dûrî xwaza û şaristaniyê ye, agir berdidin zevî, dar û daristanan.

Ji despêka dagirkirinê û heya roja îro, binpêkirin berdewam in.

Ji roja dagirkirina Efrînê ve, rojek bêyî binpêkirin derbas nebûye.

Ji ber ku dijminekî hov e û dûrî xwaza û şaristaniyê ye, agir berdide zevî, dar û daristanan.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir berdan zevî û daristanên navçeya Reco.

Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku du çeteyên Feyleq El-Şam agir berdan newala Çerqa ya nêzî gundê Kêla.

Li gorî ku şêniyên ji herêmê ragihandine, agir belav bû û bû sedema şewata 300 darên behîva û zeviyekî ku bi kizinan hatibû çandin.

Têkildarî mijarê, çeteyên dagirkeriyê agir berdan daristanên derdora gundê Cela yên navçeya Recoyê jî.

Li navçeya Şêrewa jî û bi taybetî gundên Berad û Kibêşînê, çeteyên faşîzma AKP agir berdan darên zeytûnê yên li derdora herdu gundan.

Hêjayî gotinê ye ku, komên agirkujê yên girêdayî dewleta Tirk li herêmê hene, lê hema ew kom naçe deverên agir pê dikevin.

Ev jî tê wê wateyê ku şewitandina zevî û daristanan gavekî bizanebûn e û yek ji cureyên binpêkirinên hikûmeta faşîst a AKP’ê ye.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê hikûmeta faşîst a AKP û heya niha, rûpîvana daristanên hatine şewitandin 11 hezar hektar e.

Her wiha 140 hezar darên zeytûnê jî heya niha ji aliyê çeteyên AKP ve hatine şewitandin.

JI BER GULE BERDANA ÇETEYAN KEÇEKE CIWAN BIRÎNDAR BÛ

Di çarçoveya tirsandina sivîlan de jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Beradê yê navçeya Şêrewa gule berdan.

Gulebarandin bi ser gundê Birc Qasê ve bû.

Çavakniyên ji gund ragihandin ku di encama guleberdanê de, keçeke ciwan a 19 salî birîndar bû.

Keça bi navê Menare Elî Coco yê ji gundê Birc Qasê di pişta xwe de birîndar bû.

Leave a Reply

Back to top button