
Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku di êrişa hewayî ku dewleta Tirk a dagirker de du şervanên meclisê birîndar bûn.
Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker îro di seet 15:30’an de, li navçeya Til Temirê bi balafirê keşfê êrişek hewayî pêk anî. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Êriş 20 metre nêzî baregehê artêşa Rûsan bû. Di encama vê êrişê de 2 şervanên me brîndar bûn.”
Her wiha hate gotin, artêşa dagirker di heman wextê de, gundê Til Şenan a girêdayî Til Temirê bi obusan topbaran kir.