RÊVEBERIYA SIVÎL A HERÊMA TEBQA: ARMANC JI VAN KIRINAN KU EWLEHIYA HERÊMÊ TEVLIHEV BIKIN Û CUREYEKÎ ŞERÊ PÎSKOLOJÎK E

Piştî têkçûna çeteyên DAI’Ş’Ê li ser destên şervanên QSD’ê ji aliyê leşkerî ve, êdî dest bi pilanên xwe yên qirêj li ser zeviyên sivîlan kirine. Rêveberiya Sivîl a demokratîk a herêma Tebqayê ragihand ku ev kirinên çeteyên DAI’Şê nameya têkçûna wan diyar dike û dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin.

Rêveberiya Sivîl a demokratîk a herêma Tebqayê têkildarî şewtandina zeviyên sivîlên herêmê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve daxuyaniyek da.

Rêveberiya di daxuyaniya xwe de wiha got:

Hewldanên bi vî awayî, armanc jê ew e ku ewlehiya herêmê tevlihev bikin û cureyekî şerê psîkolojîk e.

Rêveberiyê ji cotkran xwest ku di vê demê de hişyar bin û alîkariya hêzên ewlekarî û leşkerî bikin da ku wan kesan bigirin.

Di dawiyê de Rêveberiya Sivîl soz da ku ew ê bi rêya plansaziyên lezgîn destekê bidin şêniyan da ku xetereya li ser aboriya civakî rake.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber şewatê li gundewarên herêma Tebaqayê zêdetirî 6 hezar donim ji zeviyan di nava 15 rojan de şewitî.

Leave a Reply

Back to top button