Li Minbicê sîxurekî MÎT’ê hat girtin

Li pey hev û di encama xebat û operasyoên hêzên leşkerî yên herêmê de, sîxurên MÎT’a Tirk tên girtin.
Herî dawî Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand yekîneyên Antî Terorê ya girêdayî meclisa wan, sîxurekî MIT’ê girt. 

Dema dawî operasyonên hêzên leşkerî yên li herêmê li dijî sîxur û şaneyên DAIŞ’ê zêde bûne.

Di encama van operasyonan de, sîxur û çete tên girtin û yek bi yek li kirinên xwe jî mukir tên.

Herî dawî, yek ji sîxurên MIT’a Tirk li Minbicê hat girtin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand hêzên wan sîxurekî MÎT’ê li Minbicê girt.

Der barê detayên girtina vî sîxurî û mukurhatinên wî de, meclisê di daxuyaniya xwe de, ev agahî dan:

“Piştî şopandineke demdirêj û komkirina îsbat û delîlan, 3’ê Çileyê kesê bi navê Xalid Mihemed Selame (Ebû Udey) ku ji MÎT’a Tirk re li Minbicê sîxurî dikir, hat girtin.

Ebû Udey li Xan Şêxûn a Idlibê di 1977’an de ji dayik bûye.

Ev kes ‘Ebû Ûdey’ û Ebû Îbrahîm Ezaz, bi istixbaratên Tirkiyê re di nava pêwendiyê de bûn.

Ebû Îbrahîm Ezaz mayînek ji Ebû Ûdey re şand ji bo alîkarê sekretêrê giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebû Erac li Minbicê bikujin.

Bi rêya şopandina Yekîneyeke Anî Teror, Ebû Ûdey hate girtin.

Bi komkirina îsbat, delîl û agahiyan re, hat eşkerekirin Ebû Udey dîmenê mayîneke berê hatibû çandin girtiye û ji MÎT’a Tirk re şandiye.”

Meclisê ragihand mîqadareke mezin a çekan jî li mala wî hat dîtin û desteserkirin.

Du hevjînên wî, Emel Neime û Nexem Sibhî jî li xwe mikur hatin ku hevjînê wan ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatibû erkdarkirin û sîxûrê Tirkiyê bû.

Dawiya daxuyaniyê jî Meclisê tekez kir ew ê ji bo parastina welat û şêniyan her di nava xebatê de bin.

Back to top button