Kongra star derbarê tecrîda li ser Ocalan ji Guterres re nameyek şand

Kongreya Star bi wesîleya salvegera 23’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, nameyek ji sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re şand

Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Demokratîk a Kongra Star di nameya xwe de balkişand li ser tecrîd li ser Rêber Ocalan û dibêje:

Mercên tecrîda giran a ku ji 23 salan ve li dijî birêz Abdullah Ocalan ve hatiye ferzkirin, binpêkirineke eşkere ji hemû peyman û mîsaqên navneteweyî ye.

Têkildarî Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT), diviyabû ku her 3 mehan serdana girtîgeha Îmraliyê bike û raporekê derbarê birêz Ocalan de biweşanda, lê ev yek nekir.

Birêz Abdullah Ocalan dîlê şer e. Li gorî benda 4’an Peymana Cinêv 4, siyaseta tecrîdkirina plankirî ku komara Tirkiyê li ser Ocalan ferz kiriye li djiî Peymana Cinêv 3, qanûna navneteweyî û mirovî ye.

Banga me ji bo we ew e ku berpirsyartiyên xwe yên exlaqî, mirovî û hiqûqî pêk bînin, li hember tecrîdê ji bêdengiya xwe derkevin û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk bînin.”

Back to top button